Di êrîsa balafirên Tirkiyê de stasyona ava vexwarinê ya Kobanê ruxiya

03 sibat 2025 19:33
Di êrîsa balafirên Tirkiyê de stasyona ava vexwarinê ya Kobanê ruxiya

PeyamaKurd – Hate ragihadin ku di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirkiyê de, stasyona gundê Şiyûxa Jorîn ku ava vexwarinê dide Kobanê hate ruxandin.

Li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê ku dîmenên stasyona gundê Şiyûxa Jorîn a ava vexwarinê dide Kobanê belav kiriye, stasyona avê bi temamî hilweşiyaye.

Hate diyarkirin ku stasyona ava vexwarinê av dida Kobanê û gundewarên wê.

Hêjayî gotinê ye, ji ber êrîşên berdewam ên ser bendava Tişrînê jî elektirîk li ser Kobanê û gundewarên wê qut bûye.