Balafirên ser ên Îsraîlê Bendera Laziqiyê bombebaran kirin
07 berfanbar 2021 16:05
PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê, îro serê sibehê Bendera Laziqiyê bombebaran kirin.
Li gor medya fermî ya Sûriyê li ser zimanê berpirsekî serbazî ku navê wî eşkere nekiriye diyar dike, hejmarek moşekan navçeya konteyneran li Bendera Laziqiyê kirine armanc û di encamê de hinek konteyner şewitî ne. Ev wek êrîşeke balkêş li ser Bendera Laziqiyê tê dîtin ku rêyeke girîng a hawirdeya kelûpelan e li nav Sûriyê.
Medya fermî ya Sûriyê herwiha da zanîn, dengê pênc teqînan ji bendera navborî hatiye bihîstin ku agireke mezin derketiye û tîmên berevaniya şaristanî ji bo wê derê hatine şandin. Lê heta niha derbarê êrîşê de tu daxuyaniyek ji aliyê Îsraîlê ve nehatiye dayîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Balafirên ser ên Îsraîlê li bendera Laziqiyê xistin
27 adr 2025
Jiyan
Balafirên ser yên Îsraîlê basûrê Sûriyê bombebaran kir
11 adr 2025
Cîhan
SANA: Sam ji aliyê balafirên ser ên Îsraîlê ve hat bombebarankirin
15 sbt 2021
Cîhan
Balafirên Tirkiyê Çiyayê Metîna û bejahiya Amediyê bombebaran kirin
02 nsn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin