Balafirên Hevpeymaniyê bi alîkariya Pêsmerge 15 çekdarên DAISê kustin
PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Pêşmerge li sînorê Mexmûrê ragihand, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi alîkariya Hêzên Pêşmerge berdewam in li ser bombebarana DAIŞê û 15 çekdarên DAIŞê kuştin, lê ji bo tunekirina DAIŞê divê operasyonên bejahiyê jî bên kirin.
Fermandar Lîwa Ziryan Şêx Wesanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di berdewamiya bombebarana balafirên Hevpeymanan li sînorê Mexmûr û Çiyayê Qereçûx li ser cih û navendên DAIŞê, 15 çekdarên din ên DAIŞê hatin kuştin û gelek ziyan gihaye wan.”
Şêx Wesanî wiha got: “Ew bombebaran bi alîkarî û zanyariyên Hêzên Pêşmerge bûye, ku Pêşmerge zanyariyan dide Hevpeymanan û ew jî bombebaranê dikin.”
Şêx Wesanî wiha domand: “Hêza Pêşmerge amade ye ji operasyona ser erdê re, ji ber ku DAIŞ bi bombebaranê bidawî nayê, lewma pêwîst e operasyonek were kirin û ew valahiya ewlehî ya ku heye bi hêzên Pêşmerge were dagirtin, eger ew yek jî neyê kirin dê DAIŞ berdewam be û bidawî nayê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin