Sûriye | Balafirên Rûsyayê li herêma bêçek çekdarên HTSê bombebaran kir
04 mijdar 2023 01:04
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafirên şer ên Rûsyayê li başûrê Idlibê komeke çekdarên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) bombebaran kir û di encamê de 4 çekdar birîndar bûn.
Li gorî ragihandina Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di bombebarana balafirên şer ên Rûsyayê ya li dijî xaleke çekdarên HTŞê ya nêzî gundê Filêfil li herêma çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê de, 4 çekdar birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku balafirên şer ên Rûsyayê hevdem çiyayê Erebeîn ê li başûrê Idlibê jî bombebaran kirin.
Li gorî amarên SOHRê di sala 2023yan de, di encama êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Rûsyayê li herêma ′bêçek′ de 60 kes hatine kuştin û zêdetirî 104 kes birîndar jî bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
SOHR: Rûsyayê 'herêma bêçek' a Idlibê bombebaran kir
26 gln 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin