SOHR: Rûsyayê 'herêma bêçek' a Idlibê bombebaran kir
26 gulan 2023 22:06
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke şer a Rûsyayê çeperên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên gundewarên parêzgeha Idlibê bombebaran kir.
Li gorî ragihandin Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) îro 26ê Gulanê balafireke şer a Rûsyayê, gundewarên başûrê Idlibê yên deverên Jabal Al-Zaviyah Fulayfel û Sfuhen bombebaran kir ku li wir hêzên opozîsyonê hebûn.
SOHRê daye xuyakirin ku li deverên navborî yên 'herêma bêçek' a Idbilê 5 êrîşên asmanî hatine kirin û çeperên çekdarên opozîsyonê hatine hedefgirtin.
Derbarê ziyanên canî yên êrîşa asmanî de ti hurgilî nehatin belavkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
SOHR: Li 'Herêma bêçek' du leskerên Sûrî hatin kustin
05 hzr 2024
Jiyan
Sûriye | Balafirên Rûsyayê li herêma bêçek çekdarên HTSê bombebaran kir
03 mjd 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin