Balafirên Hevpeymaniyê bi hevkariya Pêsmerge tunela DAISê teqandin
PeyamaKurd – Balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi hevkariya Pêşmerge tuneleke DAIŞê li zincîreya çiyayê Qereçoxê bombebaran kir.
Berpirsê Mihwerê 6 ê Mexmûr û Giwêr Sîrwan Barzanî ragihand, piştî hevahengiya bi Pêşmerge re û dîtina tuneleke DAIŞê, şeva borî balafirên şer ên Hevpeymaniyan ew tunel bombebaran kir.
Sîrwan Barzanî got, ew tunel li binarê çiyayê Qereçoxê li hember gundê Elî Reş bû û 12 çekdarên DAIŞê tê de bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi taybet piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an, tevgera terorîstên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye ku li nêzîkî çiyayê Qereçoxê gelek caran êrîşî xelkê sivîl kirine û agir berdane dexl û danên cotkaran.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin