Balafira Bexda-Stenbolê bi lezgînî li Enqerê danî, rêwî xistin bi çavdêriyê
14 adar 2020 14:35
PeyamaKurd – Balafira ku ji Bexdayê diçû Stenbolê bi lezgînî li balafirgeha Enqereyê danî û rêwiyên wê xistin bin çavdêriyê. Hat hîn bûn ku dê ew balafir bi bi şunde bo Bexdayê were şandin.
Balafira ku ji paytexta Iraqê, Bexdayê ku diçû Stenbolê, ji ber bergiriyên korona virusa nû (Covid-19) nehiştin biçe Stenbolê û li Balafirxaneya Esenboga ya Enqereyê bi lezgînî danî.
Hat zanîn 57 rêwî di balafirê de hebûn û ji ber tevdîrên Covid-19ê rêwî rakirin nexweşxaneyê û xistine bin çavdêriyê.
Li gorî agahiyên berdest, tevahiya rêwiyên di balafirê de hemwelatiyên Tirkiyê bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Bexdayê mij seferên balafiran asteng dike
20 brf 2023
Jiyan
Mike Pompeo bi balafira taybet giha Îstenbolê
16 mjd 2020
Cîhan
Îstixbarata Tirk: Me kesê herî nêzî Bexdadî li Stenbolê desteser kir
02 gln 2021
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin