Îstixbarata Tirk: Me kesê herî nêzî Bexdadî li Stenbolê desteser kir
02 gulan 2021 15:50
PeyamaKurd – Dije Terora Stenbolê ragihand ku wan ligel Saziya Îstixbaratê bi operasyoneke hevbeş li navçeya Ataşehîr a Stenbolê berpirsê DAIŞê û kesê herî nêzîkî Serokê DAIŞê yê berê Ebubekir Bexdadiyê hatibû kuştin, desteser kiriye.
Li gorî nûçeya medya tirk, kesê bi nasnavê ‘Basim’ ê ji Afganistanê, di encama lêkolînên berdewam ên îstixbarata tirk de hatiye desteserikirin ku bixwe berpirsê giştî yê leşkerî bûye di nav DAIŞê de.
Di nûçeyê de tê gotin ku kesê hatiye desteserkirin berpirsê DAIŞê yê herî pêbawer û nêzîkî Bexdadî bûye, lê nayê eşkerekirin bê çawa derbasî Tirkiyê bûye û ji kengî ve li Stenbolê ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
HSD: “Me 4 kesên girêdayî îstixbarata Tirkiyeyê girtin”
24 brf 2023
Jiyan
TIRKIYE | Hejmara kesên tûsbûyî nêzîkî Çîn û Iranê dibe
17 nsn 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin