Balafira Amerîkî li Sûriyê balafireke bêpîlot a Îranê xist xwar

23 tebax 2021 19:05
Balafira Amerîkî li Sûriyê balafireke bêpîlot a Îranê xist xwar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke şer a Amerîkayê li Sûriyê, balafireke bêmirov a wekî gef dîtiye û xistiye xwar.

Li gorî ragihandina malpera Israel Defence ku nûçeya xwe dispêre Fox News a Amerîkî, ew balafira bêmirov a hatiye xistin ya Îranê bûye

Hat diyarkirin ku ew balafira bêpîlot ji aliyê balafireke F-15 ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike li herêma ku hêzên Amerîkî tê de bicih bûne, hatiye xistin.