Îran: Balafireke şer a F-35 a Amerîkî ket xwarê

03 nîsan 2026 10:33

Sûpaya Pasdarên Îranê îdia kir ku wan bi pergalên parastina hewayî yên xwe li navenda Îranê balafireke şer a F-35 a Amerîkî xistine xwarê.

Îran: Balafireke şer a F-35 a Amerîkî ket xwarê

RûpelNews - Di daxuyaniyekê de, Pasdarên Şoreşê got, "Balafireke şer a F-35 a pêşketî ya Amerîkî li ezmanên navendî yên Îranê ji hêla pergala parastina hewayî ya pêşketî ya Sûpaya Pasdarên Şoreşa Îranê ve hat xirakirin."

Di daxuyaniyê de îdia kir ku ev duyemîn balafira şer e ku di 12 demjimêrên dawî de hatiye xistin, lê di derbarê çarenûsa pîlot de ti agahî tune.

Wêneyên ku di medyaya Îranê de hatine parvekirin hûrguliyên balafira xistî nîşan didin. Hat ragihandin ku balafira xistî ya eskadroneke li Baregeha Hewayî ya Lakenheath li Keyaniya Yekbûyî ye, ku hêzên Hêza Hewayî ya Amerîkî lê ne.

Îranê di 19ê Adarê de ragihand ku wê F-35ek Amerîkî û rojek berê jî F-16ek Îsraîlî xistiye xwarê. Lêbelê, artêşa Amerîkî îdia kir ku F-35, ku tê îdiakirin ku ji hêla Îranê ve hatiye hedefgirtin, li baregehek li herêmê "daketinek dijwar" kiriye.

Ji aliyekî din ve, Îranê ragihand ku balafireke şer a pêşketî li Girava Qeşm a nêzîkî Tengava Hurmuzê hatiye xistin û wêneyên ku qaşo kêliya xistina wê nîşan didin parve kir. Lê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) red dike ku balafir hatiye xistin.