Bafil Talebanî pêşwazî li Mezlûm Ebdî kir
Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, li Silêmaniyê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî kir.
RûpelNews - Ji malpera Facebookê ya Bafil Talebanî daxuyaniyek hat belavkirin ku Mezlûm Ebdî îro li Debaşanê serdana Bafil Talebanî kiriye.
Di civînê de ku Endamê Polîtburoya YNKê Qubad Talebanî jî amade bû, rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.
Mazlûm Ebdî behsa beşdarbûna xwe di Konfransa Ewlekariya Mûnîhê de kir û guhertinên dawî yên Sûriyeyê nirxandin.
Fermandarê Giştî yê HSDê, ji ber helwest û piştgîriya wê di tekoşîna li dijî terorîzmê de, spasiya YNKê kir.
Bafil Talebanî jî diyar kir ku piştgîriya wan ji bo Rojavayê Kurdistanê dê berdewam be, heta Sûriye dibe welatek ku maf û nûnertiya hemû aliyan di nav de misoger dibe û hikûmetek were avakirin ku nûnertiya hemû civakên Sûriyeyê bike.
Piştî vê civînê, civîneke duyemîn hat lidarxistin, ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyê Tom Barrack jî beşdar bû. Di civînê de astengiyên li pêşiya peymana ku di 29ê Çileyê de di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de hatibû îmzekirin, hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de hat tekezkirin ku divê hikûmeta Şamê rêzê li hemû pêkhateyên welêt bigire. Her wiha hat ragihandin ku ew dê piştgiriyê bidin Sûriyê da ku di nav civaka navneteweyî û herêmê de bibe welatekî avaker.
