Babacan: Dibe namzedê me di derveyê 6 partiyan de be

17 îlon 2022 02:29
Babacan: Dibe namzedê me di derveyê 6 partiyan de be

PeyamaKurd – Serokê partiya DEVA yê, Ali Babacan li bajarê Xarpêtê (Elaziğ) di axaftina xwe de got ku ji 6 partiyên dora masê dibe ku yek ji serokê wan partiyan bibe namzed û dibe di derveyê wan de jî yek bibe namzedê serokkomariya Tirkiyê.

Babacan, serokkomarê Tirkiyê Erdoğan xist hedefa xwe û di mijara xaniyan de wî rexne kir. Di rexnê de got ku goya Erdoğan salê 100 hezar xaniyan ava dikir lê heya niha mijara xaniyên Xarpêtê ku di sala 2019an de lê erdhej çêbû, çareser nekiriye.

Mijareka dinê ya Babacan rexne kir, mesela perê biyanî bû û got ku hukumeta niha di Banka Navendî de pere nehiştine û heya niha 205 mîlyar dolar xwuya nake û ew pere li ku derêye.

Mijara bingehîn ew e ku heya niha her 6 partî namzedê xwe aşkera nekirine. Li gor Babacan dibêje heya niha li ser namzed axaftin nekirine.