Baba Sêx Mesrûr Barzanî pîroz kir

15 tîrmeh 2019 20:20
Baba Sêx Mesrûr Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd – Rêberê Rûhanî yê Êzidiyên Cîhanê Baba Şêx peyameke pîroziyê bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî weşand.

Baba Şêx di peyama xwe de, li ser navê xwe û hemû Kurdên Êzidî kabîneya hikûmeta nû û Serokwezîriya Mesrûr Barzanî pîroz kir.

Di peyamê de Baba Şêx diyar kir ku dê bi Serokwezîriya Mesrûr Barzanî dahatûyeke geş li pêşiya Kurdistanê be ku gelê Kurdistanê jê bawer û palpiştê wî ye.

Baba Şêx herwiha da zanîn ku pêkanîna hikûmeta nû bo êzidiyan û kêmîneyan hêviyek e û hêvî xwest hikûmeta nû ji tevaya gelê Kurdistanê re ewlehî û aramiyê bîne.