Azerbaycanê pistî desteserkirina 6 sîxuran 4 dîplomatên Îranê jî dersînor dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên ewlekariya Azerbaycanê, 6 kesên ku ji aliyê Îranê ve ji bo sîxuriyê li nava Azerbaycanê hatine peywirdarkirin, desteser kir. , Azerbaycanê piştî desteserkirina sîxuran, bang li Balyozê Îranê bo Wezareta Derve kir û ji 4 dîplomatên Balyozxaneya Îranê yên li Bakuyê jî xwest, di 48 demjimêran de ji Azerbaycanê derkevin.
Ji Wezareta Navxwe û Navenda Ewlehiya Komara Azerbaycanê ve bi daxuyaniyeke hevpar hate ragihandin ku 6 sîxurên rejîma Îranê ku li pey darbeya leşkerî û alozkirina rewşa Azerbaycanê bûn, hatine binçavkirin.
Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin, ew sîxur ji aliyê torên nehênî yên rejîma Îranê ve hatine birêxistinkirin. Armanca wan bi rêya çekdarî pêkanîna tundûtîjîyê alozkirina aramiyê û hilweşandina dewleta yasayî ya Azerbaycanê bûye ku bi navê “desteya berxwedanê” dixwazin dewleteke olî li Azerbaycanê ava bikin.
Aloziya navbera Îrana û Azerbaycanê her diçe zêdetir dibe û beriya niha jî 4 sîxurên girêdayî Îranê êrîşa bê encam a ser nûnerê Parlemantoya Azerbaycanê Fazil Mustefa hatibûn girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin