Tirkiyê pistî Libyayê komek çekdarên Sûrî sand Azerbaycanê

28 tebax 2020 21:03
Tirkiyê pistî Libyayê komek çekdarên Sûrî sand Azerbaycanê

PeyamaKurd – Tirkiyê piştî şandina çekdarên Sûrî yên girêdayî xwe bo Libyayê, vê carê jî ji bo piştgiriya Azerbaycanê ya aloziya ligel Ermenistanê, ji Sûriyê çekdar şandin Azerbêcanê.

Li gorî çavkaniyên herêmê, îro 28ê Tebaxê bi dehan çekdarên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî - SMO’ yên bi ser Tirkiyê ve, ji herêmên Efrîn û Ezazê, derbasî Azerbêcanê bûn.

Li gorî çavkaniyan, ji bo tomarkirina navan li bajarê Ezazê û Efrînê nivîsgehên veşartî hatibûn vekirin.

Çavkaniyan piştrast kiriye ku artêşa Tirkiyê bi komên çekdar re peymana ji 3 mehan heta 6 mehan li ser mehaneya 5 hezar dolaran çêkiriye.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî Tirkiyê bi qasî 15 hezar çekdarên Sûrî ji bo piştgiriya hikûmeta Wîfaqê şandibûn Lîbyayê.