Asayisa Qamisloyê endamekî ENKSê serbest berda
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser endamekî ENKSê ji girtîgehê xwe berda.
Hat ragihandin Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li Qamişlo endamê Xwecihiya Şehîd Ciwan Qetnê ya ENKSê Mîzir Îsa piştî piştî mehekê ji girtîgehê berda.
Mîzir Îsa ragihand, ew ji aliyê îstixbarata bajarokê Dirbêsiyê ve bi tometa ku wî sîxûrtî ji dewleteke din re kiriye hatibû girtin. Mîzir Îsa ev tomet red kir û diyar kir jî, her kesê ji endamên ENKSê bê girtin, bi vê tometa pêşwext tê tometbarkirin.
Mîzir Îsa herwiha got, dema ew dihat azadkirin, endamên asayişê jê re gotine, ku ew di çarçova yekrêziya Kurdî û nêzîkbûna di navbera Rêveberiya Xweser û ENKSê de çêdibe, tê azadkirin

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin