Li Enqereyê endamekî DAIŞî hat kuştin
Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê polês û endamên DAIŞê pev çûn. Endamekî DAIŞî hat kuştin, hevjîna wî birîndar bû.
RûpelNews - Li navçeya Haymanaya Enqereyê polês operasyon birin ser malekê. Di operasyonê de hat diyarkirin ji malê gumanbarên DAIŞê gule berdan li ser polêsan li ser vê pevçûn derket. Di encama pevçûnê de endamekî DAIŞî hat kuştin, jina wî jî wek birîndar hat girtin.
