Asayîsa HSDyê li Dêrezorê 79 kes girtin
04 sibat 2025 19:07
PeyamaKurd – Hêzên Asayîşa Ewlekariya Hundir a ku bi ser HSDyê ve ye, îro çarşemê encamên pêngava xwe ya ewlehiyê li dijî bermahiyên rêjîma berê û şaneyên (DAIŞ)ên li Dêrezorê ragihand.
Operasyona ku bi hemahengiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka bi rê ve çû, di encamê de 79 kesên bi tometbarkirina aramiyê hatin girtin û hejmareke mezin a çek û cebilxaneyan hat desteserkirin.
Asayîşê diyar kir ku ev 15 roj in li bejahiya Dêra Zorê operasyoneke berfireh a ewlehiyê li dar dixin.
Daxuyaniyê anî ziman ku operasyonê bi taybetî “bermahiyên rejîma Esedî a li Sûriyeyê hilweşiyayî û alîgirên wê, û herwiha şaneyên razayî yên DAIŞê” dike armanc.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Asayîsa Rojava: 3 çekdarên DAISê tevî çekên wan hatin girtin
07 mjd 2025
Cîhan
Asayîsa Rojava: Li Reqayê 27 DAISî tevî çekên wan hatin girtin
29 brf 2024
Jiyan
Parêzgerê Dêrezorê yê berê yê rejîma Besa Esed li Amerîkayê hat girtin
17 trm 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin