Artêsa Sûriyê derbasî nava bajarokê Dirbêsiyê bû
PeyamKurd - Di çarçoveya rêkeftina navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de, hêzên Artêşa Sûriyê gihîştin nav bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê Tirkiyê.
Li gor zanyariyên berdest, karwana hêzên hikûmeta Sûriyê derbasî nava bajarokê Dirbêsiyê bûn ku dikeve rojhilatê bajarê Serê Kaniyê. Dîmenên vîdyoyî yên çûna hêzên artêşa Sûriyê bo nav bajarê Dirbêsiyê jî hatin belavkirin.
Derbasbûna wan hêzan bo nav bajarê Dirbêsiyê, di çarçoveya rêkeftina navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de ye, ku 4 rojan piştî êrîşa Tirkiyê û 29 komên çekdar yên radîkal bo ser Rojavayê Kurdistanê ew rêkeftin hatibû kirin.
Niha hêzên hikûmeta Sûriyê, li Dirbêsiyê, Minbic, Tebqa, Reqa û Til Temirê belav bûne. Hikûmeta Sûriyê herwiha ji berê ve di nava herdu bajarên Qamişlo û Hesekê de jî hêzên wê hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin