‘Artêsa Sûriyê derbasî nava Tebqayê bû’

14 cotmeh 2019 13:32
 ‘Artêsa Sûriyê derbasî nava Tebqayê bû’

PeyamaKurd – Artêşa Sûriyê derbasî nava xaka bajarê Tebqayê ku berê HSDê kontrol dikir.

Artêşa Sûriyê ku duh êvarî ketibû nava tevgerê derbasî nava xaka bajarê Tebqayê bû.

Li gorî nûçeya Al Mayadeenê, artêş Sûriyê derbasî Tebqayê bû lê derbarê mijarê de hikûmeta Sûriyê daxuyaniyeke fermî belav nekir.

Bajarê Tebqayê dikeve rojhilatê Reqqayê.

Ji aliyê din ve SANAyê ragihand ku artêşa Sûriyê ji bo ‘parêzvaniyê li êrişkariya Tirkiyê bike’ leşkeran li Til Temirê bi cî dike.