Artêsa Îsraîlê: Me zêdetirî 200 deverên Xezzeyê bombebaran kir
02 berfanbar 2023 00:59
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê piştî agirbest û navbera mirovî ya 7 rojan ku îro 1ê Kanûnê bidawî bû, ragihand ku wan li Xeta Xezzeyê zêdetirî 200 dever bombebaran kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku îro beyaniyê ji 07:00an ve wan dest bi êrîşên bejahî, asmanî û deryayî kiriye û bakurê Xezzeyê jî di nav de, li Xan Yûnis û Refahê jî binkeyên Hemasê hatine hedefgirtin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan zêdetirî 200 êrîş pêk anîne û binkeyên Lîwayên Qesamê yên baskê leşkerî yê Hemasê hatine armanckirin.
Li aliyê din çavkaniyên Xezzeyê ragihandine ku di êrîşên îro de 109 filîstînî hatine kuştin û hejmarek zêde kes jî birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Artêsa Îsraîlê 5 jîngehan ‘deverên leskerî yên qedexe’ îlan kir
07 cot 2024
Koçber
WFP: Artêsa Îsraîlê gihandina alîkariyên ji bo Xezzeyê asteng kir
06 adr 2024
Cîhan
Artêsa Îsraîlê kustina 4 leskerên xwe ragihand
29 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin