Artêsa Iraqê û Hesda Seibî ketin amadebasiyê

29 rêbendan 2019 19:43
Artêsa Iraqê û Hesda Seibî ketin amadebasiyê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku artêşa Iraqê, hêzên emnî û Heşda Şeibî li sînorê Iraq-Sûriyê ketine amadebaşiyê.

Li gor nûçeya RTyê ku dispêre Fermandarê Operasyonên Cezîre Qasim Muhammed, hemû hêzên Iraqê ketine amadebaşiyê bi mebesta operasyonê li ser bermayiyên DAIŞê yên ji ber Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) direvin û nêzî sînorê Iraqê dibin.

Tê ragihandin ku hêzên Heşda Şeibî li sînorê Iraq-Sûriyê yê bajarê Enbarê plana ketina nav erda Sûriyê dikin.

Fermandarê Heşda Şeibî yê Eniya Rojavayê Enbarê Qasim Muslîh jî ragihandiye ku hêzên wan ji bo ketina nav erda Sûriyê amadekariyên xwe temam kirine û mebesta operasyonê jî wekî dabînkirina ewlekariya rojavayê Enbarê û ewlekariyê nîşan daye.