Artêsa Iraqê û balafirên Hevpeymaniya Nevdewletî gelek çekdarên DAISê kustin
PeyamaKurd - Li çend deverên cuda yên Iraqê, 6 çekdarên DAIŞê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hat kuştin, 3 çekdar jî hatin girtin. Herwiha bi êrîşa asmanî ya li çiyayê Qereçoxê jî, 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Li gor îro Berdevkê Artêşa Iraqê Lîwa Yihya Resûl di daxuyaniyekê de ragihand, Hêzên Dijeterorê bi piştevaniya balafirên Hevpeymaniya Navdewetî, li geliyê Çayê başûrê Kerkûkê 6 çekdarên DAIŞê kuştin.
Herwiha Resûl da zanîn, Hêzên Dijeterorê li navçeya Ebo Xerîb li rojavayê Bexdayê, 3 endamên toreke teroristî ya ser bi DAIŞê ve desteser kirine.
Lîwa Yihya Resûl eşkere kir, Dezgeha Hewalgîriya Iraqê di operasyonekê de, Parêzarê Bexdayê yê DAIŞê Omer Şelal Ubêd û Berpirsê Ragihandinê Leys Cemal û cîgirê wî Ebo El Beraa kuştine.
Ji aliyekî din ve, li çiyayê Qereçox di êrîşeke balafirên Hevpeymaniya Navdewletî de, 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin