Ji Iraqê bi balafirên bêmirov êrisî artêsa Îsraîlê kirin!

05 cotmeh 2024 11:36
Ji Iraqê bi balafirên bêmirov êrisî artêsa Îsraîlê kirin!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bakurê Îsraîlê di êrîşa bi balafirên bêmirov (ÎHA) de 2 leşker mirin û 2 jê giran 2 leşker jî birîndar bûn. Koma Berxwedana Îslamî li Iraqê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê da hat diyarkirin ku li bakurê Îsraîlê 2 leşker mirin.

Di daxuyaniyê de derbarê cih û curê êrîşê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ji aliyê din ve rojnameya Times of Israelê ragihand ku balafira bêmirov a ku êrîşa ku tê de 2 leşker mirin pêk anî ji Iraqê hatiye şandin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku di êrîşê de 2 jê giran 24 leşker birîndar bûne.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya koma milîsên Şîe ya bi navê Berxwedana Îslamî ya Iraqê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Mucahîdên Berxwedana Îslamî ya Iraqê danê sibê înê 10.04.2024an li sê xalên cuda yên Golan û Teberiya dagirkirî bi balafirên bêmirov operasyonek pêk anîn.”