Hevpeymaniya Navdewletî bi peyamekê pistgiriya hêzên Pêsmerge û artêsa Iraqê kir
24 hezîran 2022 13:00
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser twitterê peyamek belav kir û tê de tekezî li ser piştgiriya xwe ji bo pêkanîna lîwayên hevbeş ên navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kir.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê do di peyama xwe de da zanîn: “Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriyê li berdewamiya yekbûna serbazî û hevkariya ewlehiyê ya di navbera Pêşmergeyê Kurdistanê û hêzên hevbeş ên artêşa Iraqê de dike.”
Herwiha eşkere kir: “Em pabend in bi mayîna bihêz û pêkve û serkirdetîkirina şerê li dijî DAIŞê û pêşvebirina asayîş û seqamgîriya li Iraqê.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hevpeymaniya Navdewletî pistgiriya xwe bo hêzên Pêsmerge diyar kir
03 gln 2021
Cîhan
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir
17 brf 2024

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin