Analîz/ Serhan Afacan: Herêmên ku Îran li wan bandorê dike teng dibin
Siyaseta Amerîkayê ya li dijî Îranê ku her diçe bêhtir tund dibe, mêzênên siyasî yên ku diguhirin û ya herî girîng li welatên cîran yên weka Sûriye û Iraqê xelk li dijî Îranê nerazîbûnên ku nîşan didin, astengiyan bo Tehranê peyda dike ku karibe desthilata xwe ya li herêmê biparêze.
Şerê navbera Îran-Iraqê de 8 sal dewam kiribû û paşî di 20 ê tîrmeha sala 1988an de, bi biryara Neteweyên Hevgirtî jimare 598 ê, dawî lê hatibû û di ser de tam 30 sal derbas bû. Di Rojhilata Navîn de, du dewletên ku nûfûsa wan ya zêde Şîî ye Îran û Iraq in. Têkiliyên her dû aliyan di dema şer û piştî şer jî gelek tevlihev bûn e.
Komara Îslamî ya Îranê di sala 1979an de, di têkiliyên xwe de bingeha xwe li ser tişteka hevpar ku ew jî Şîîtiye derxist pêş û Îran xwest bibe serpereştê temamê şîîyên li Iraqê û deverên din. Lê di serî de Baasiyên serpereştên Iraqê, temamê Erebên şîa yên herêmê her çendîn şîa bin jî, bo wan nasnameya Ereb li pêş bû û hemû sunî û Şîiyên herêmê mijara Erebîtiyê di ser her tiştî de digirtin. Piştî şerê Iraq û Îranê bi mirina Ayetullah Humeynî Îran hêj birînên şer dipêça û ketibû pêvajoya “xwe avakirina ji nû de” lê Saddam Huseyîn Kuweytê îşxal kir û pirsgirêkeka nû di Kendavê de afirandibû û temamê bala herêmê ketibû ser mijara Kuweytê. Îran li aliyê dinê li Iraqê, di salên 1990an de xwest ku bandora xwe zêde bike lê li pêşiya Îranê astengiya ferqa kulturî ya navbera wan û Erebên şîa hebû, hem serokê ayînî yê Erebên Şîa Ayetullah Sîstanî û ulemayên Necefê di mijara welayet-î fiqih de bi astengiyan re rû bi rû mabû.
Noqteya herî girîng ya di dema nû de ku siyaseta Îranê di siyaseta Iraqê de bandora herî mezin kir, sala 2003an bû ku Amerîka Iraqê îşxal kir û Saddam Huseyîn ji ser desthilatiyê xist.
Şîiyên Îran û Iraqê
Piştî bûyera êrîşa 11 ê êlûna li Amerîkayê, li Iraqê Amerîka îqtîdara Saddamî xist û li Afxanistanê desthilata Talîbanê xist, dewleteka ku herî zêde kar kir Îran e. Bera jî Îran, li Iraq a bê Saddam Huseyîn desthilatiya xwe fireh kir. Îranê ji xwe re Iraqê weka seha xwe ya xwezayî dît û warisê bajarên misilmanên Sîa ku bajarên Kerbela û Necefê ji xwe re weka pîroz qebûl dikin. Îran bi mayîndebûna xwe ya li Iraqê, Iraqê ji bo xwe xwest ji talûkebûnê derxe û xwest Amerîkayê meşxûl bike. Îran piştî îşxalê ku mijarên etnîk û olî li welat dihatin tehrîkkirin, li ser hinek partiyên Şîa û fîguran bandora xwe bi rêya wan li ser Îraqê zêdetir kir. Piştî ku raste rast bi Şîayan re têkiliyan danî, karibû sînorê hêza xwe bibîne.
Di vê pêvajoyê de hat dîtin ku Îran bo şîayên herêmê ku axa wan weka “erdnîgariya şîayan” an “hîlala şîayan” dihat binavkirin û şîayên Îranê wan weka “Bingeha berxwedanê”binav dikirin, li Iraqê weka ku texmîn dikirin cîh negirt.
Bi vê sedemê li Iraqê, Îrana ku di ser Hêza Qudsê” de ku serpereştê wê Qasim Suleymaniye û bi ser Muhafizên Şorişa îranê ve ye, xebatên xwe yên ku dide dewamkirin, di destê Îranê de alava herî girînge, li aliyê dinê jî nîşana astengbûna Îranê ye li herêmê:
Mecbûriyeta bikaranîna hêzê
Pêşdeçûnên dawiyê nîşan dan ku Îran nikare bi bikaranîna qewetê li Iraqê hebûna xwe dewam bike. Her wekî di Iraqê de di 12 ê gulana 2018an de hilbijartin hat kirin û Muqteda El Sadrê ku li dijî Îranê ye, biserket. Di demên dawiyê de xwepêşandanên li dijî Îranê yên li Iraqê xwe nîşan didin ku li dijî Îranê ne. Tişteka dinê ya ku Îranê li Iraqê bixe halekî zorê jî ew e ku tewrên Amerîkayê li dijî Îranêye ku her diçe tund dibe.
Îrana di nava statukoyê û guherînê de
Bi îşxala Iraqê re li Rojhilata Navîn aktorên di derveyê dewletan de ku zêde bûn, şerê herêmê Îranê ber bi herêma ku herî zêde lê xwedî erk bû ve kişand. Ji ber ku Îran ji sala 1979an û bi şûn de, desthilatiya xwe ya di Rojhilata Navîn de, di ser Tûgayên Bedir, Hîzbûllaha Lubnanê û rêxistinên weka wan yên çekdar de dimeşand û van hêzan weka hêzên bingehîn yên ewlekariya xwe dihesiband. Bi taybetî di dema ku Nûrî el-Malikî di salên 2006-2014 de di dema ku serokwezîrê Iraqê bû, hebûna xwe ya çekdar xist ser hêza xwe ya siyasî. Îran di van salan de, Tirkiyê bi siyaseta şopandina mezhebî tewanbar dikir lê ji Malikiyê ku dijberiya navbera mezheban xurt dikir re bêdeng dima. Îran her çendîn dixwaze sîstemeka weka Îranê ku Şîatî navenda fikra siyasetê ye, welew çendîn di serî de dibe ku ev nabe jî, hedefa Îranê ye. Ji ber wê Îran li Iraqê, yekîtiya axa ûnsûrên di derveyê şîayan de parastiye ku piraniya Iraqê şî’ane, nexwestiye ku bibe avakerê zordar. Lê nerazîbûna piraniya şîayan ji tevgerên Îranê, daxwaza xelkê ku di welat de rejîmeka bêhtir demokrat dixwaze, pêşdeçûnên nav welat û mêzênên di herêmê de, sînorên xeyalên Îranê yên di derbarê Iraqê de danîn holê.
Îran di sala 2010an de, di “Bahara Ereb” de li pey pêla destekê çû û li Iraqê li dijî statukoya ku hebû tevgerên xwe ajot. Pêşdeçûnên di herêmê de yên ku serên dijminên Îranê diêşandin, Îran ji wan razî bû. Lê dema bûyer derbasî Sûriyê bûn, Îranê bi yek carê bibîranî ku berê digot îşxala Iraqê ya sala 2003 yan, Îran û Sûriyê kiriye hedefa xwe û çawa weka “tezgaheka siyonîst” binavkiribû. Piştî vê dewrê Îran temamê xebata xwe bo parastina statukoya dora Beşer Esedê Sûriyê xerc kir. Îran dengê xwe ji rejîma Esed re nekir bê çawa berê li Iraqê xelkê Şîa ji desthilatiyê dûrketibû, her weha li Sûriyê ev yek bo Sunniyan pêkhatibû lê qet jî xema Îranê nîn bû û wê weka problem nedît. Di demeka ku Îran belkî herî kêm karibû xelkê razî bike de, van bûyeran çêbûn lê tişteka dinê derketibû holê ku her tiştî serûbinê hev kiribû:
Derketina DEAŞê.
Di sala 2014an de dema ku DEAŞ Mûsilê îşxal kir ev ji aliyê Iraqê de bû bûyereka girîng. Tevgerên tedhîş û xerabkirinê yên DEAŞê bû sedema ku nearamiya kronîk ya Iraqê bêhtir kûr bibe û bo layangirên mezhebhezan derfet çêbûn. Îran vê pêvajoyê bo hebûna xwe ya di herêmê de, bi têkoşîna li dijî DEAŞê xîmê xwe saxlem kir hem li hemberê vê rêxistinê wê bi “selefi” ,”wehhabî” û “tekfîrkarî” binavkir û li hemberê tirsa vê rêxistinê, li şîayan û mekanên wan yên pîroz xwedî derketin bû parêzvanên wan. Hinek grûbên şîa ku ji Îranê razî nînbûn, di navbera Îran û terora DEAŞê de bêçare man. Her çendîn ji aliyê Îranê de raste rast nehatibe danîn jî, di sala 2014an de derketina Haşdî Şabî ku layangirên Îranê di nava xwe de bêhtir dihewîne, destê Îranê xurt kir. Lê divê mirov baş bizanibe ku di nava vê hêzê de grûbên li dijî hev zêde ne ku dibe bibin sedema şerê navxweyî. Bi gotineka dinê nabe ku mirov jê “Hîzbûllaha Iraqê” ava bike. Di dema ku Îran bandora xwe ya li Iraqê zêde dikir de, Tirkiye bû hedefa êrîşan û xwe da ser mijarên DEAŞ, PKKê û şaxên wan yên li bakûrê Sûriyê. Di seha navdewletî de hat gotin ku Tirkiye li dijî DEAŞê têkoşînê nake an gelek giran dike.
Îmzakirina peymana nukleerî ya bi Îranê re di sala 2015an de, di herêmê de desthilatiya Îranê zêdetir kir. Îran dizanibû ku ev derfet bo wê ji halê heyî yê Amerîkayê yê wê demê dihat. Ji bo mêzênên di herêmê de, li gor wan şeklê xwe bistînin, di herêmê de tewreke êrîşker danî. Di sala 2917an de DEAŞ ji Mûsliê hat derxistin û destguhertina desthilata li Amerîkayê, bo Îranê bû destpêka dewreyeka dinê.
Zora Amerîkayê ya ku zêde dibe
Îran di bûyerên civakî yên ku di dema dawiyê de çêdibin, opreasyonên giran yên ku maliyeta wan zêde ne û di herêmê de çêdibin, di navenda bertekên wan de ye. Kesên ku difikirin belê pirsgirêkên welatê wan berya her tiştî tê, difikirin ku zerara operasyonên li Iraq û Sûriyê ji feda wan bêhtire. Li Iraqê did emen dawiyê de bizat ji aliyê şîayan ve xwepêşandan tên kirin ku ew xwepêşandan siyaseta Îranê ji xwe re dikin hedef.
Li aliyê dinê, li Iraqê, di meha gulanê de di hilbijartinan de Muqteda Es Sadr yekemîn derketibû û dibêje divê Îran mudaxele bi karên hundir yên Iraqê neke, pêşdeçûneka gelek girîng e. Pêşdeçûna herî girîng bê guman ew e ku serokê Amerîkayê Donald Trump bo desthilatdariya Îranê li herêmê bişkêne pêngavên ku davêje ne. Li Iraqê hevdîtin dewam dikin û her kî were ser îdareya Iraqê jî, aşkera ye wê Îran hêzeka girîng be di Iraqê de. Lê li hemberê bûyerên di herêmê de yên li dijî Îranê û tewrê Amerîkayê di herêmê de li hemberê Îranê, nabe ku Îran di herêmê de xwe bipêşbixe û hêza wê ya heyî jî, wê bi zahmetî biparêze.
Bertekên ku Îran di vê dewrê de nîşan bidin gelek girîng in. Eger bixwaze li Iraqê aramî û îstîqrar pêk were, wê karibe di herêmê de hevkarên xwe zêde bike. Eger çareseriya yekalî bide pêş, dikare xwe ji aktoren herêmê yê weka Tirkiyê mehrûm bihêle.
Ev jî di demeka weka îro de ku Îran bi îzalasyoneka nû re rû bir û ye de, wê naxwaze bikeve nava wê rîskê.
[Serhan Afacan master û doktora xwe di Zankoya Leiden de, di beşa xebatên Îranê de temam kiriye û li Navenda Lêkolînên Îranê de, koordînatorê siyaseta hundire.]

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin