Analîz/ Deutsche Welle: Nêrîna Brukselê bo 24 ê hezîranê

22 hezîran 2018 19:36
Analîz/ Deutsche Welle: Nêrîna Brukselê bo 24 ê hezîranê

Yekîtiya Awrûpayê jî, pêvajoya hilbijartina li Tirkiyê dişopîne. Li gor pisporê Awrûpayê Demir Murat Seyrek; dema behsa hilbijartina 24 ê hezîranê dike bê hilbijartn ji Awrûpa de çawa xuya dike, dibêje ku Awrûpa ne zelale û nizane bê çawa siyaseta xwe ya di derbarê Tirkiyê de deyne holê.

Her 24 ê hezîranê nêz dibe û li Tirkiyê heyecana hilbijartinê zêde dibe, Yekîtiya Awrûpayê nikare pêşdeçûnên li Tirkiyê tehlîl bike û dînamîkên nava Tirkiyê nas bike.

Dr. Demir Murat Seyrek

Ne cara yekê ye ku Awrûpa pêşdeçûnên nava Tirkiyê nikare analiz bike. Berê jî me mînakên wê dît. Heya 5 an 6 sal bere jî Awrûpa Tayîp Erdoğan weka qehremanê demokrasiyê didît. Niha hilbijartinên Tirkiyê di wateya demokrasî û hilbijartinan de, weka Azerbeycanê, Rûsya û Rûsya Sipî dibîne. Ev jî sedem ew e ku siyasetmedarên rojavayî û medya wan, her diçe, her tiştî reş an jî sipî dibînin. Ev sîstema nêrînê jî, rengên dinan ji ber çavên mirov dibe û dibe sedema şirovekirinên xelet.

Têgihiştina li Brukselê wisa ye ku dibêjin her tişt li ser rûye û her çibe jî, wê Erdoğan û AK partî qezenc bike. Helbet dibe ku serdestê hilbijartinê Erdoğan û AKP be. Lê ev têgihîştin ji encamên hilbijartinê cuda, heya bêjî bi problem e. Aşkera ye ku hilbijartin ne di şert û mercên adilane de tê kirin. Muxalefet bi zahmetî dikare di ser kanalên medya yên adetî de dengên xwe bigihîne raya giştî. Bi van re jî endîşeyên di derbarê ewlehiya hilbijartinan de hene. Tevî van arîşeyan nabe ku mirov hilbijartinên Tirkiyê bi yên Rûsya re qiyas bike. Ji hilbijartinên Rûsya cuda, hilbijartinên Tirkiyê hêjî dikarin hukumetê biguhêrin. Muxalefet jî di vê çarçoveyê de, bi temamê hêza xwe dixebite. Hem weka li Rûsyayê ku encama hilbijartnan %75-80 ne, li Tirkiyê ev rêje di aqilê ti kesekî de derbas nabe. Lêkolînerên layangirên hukumetê bi xwe jî nikarin behsa ji %53-54 zêdetir bikin.

Têgihîştina li Brukselê

Dema em li Brukselê bi parlementer, burokrat û dîplomatan re diaxifin, em dibînin ku bo wan zahmete ji qalibên adetî derên derve. Ev halê wan dike ku nikarin pêşdeçûnên Tirkiyê fêm bikin. Hêjî partiyên li Tirkiyê weka partiyên “laîk, netewaperestên tund, Kemalîst, îslamiyên tund, elît”, di nava qaliban de wan dibînin û meyla wan ev e. Siyaseta li Tirkiyê, derketiye derveyê van qaliban. Bi taybetî di vê hilbijartinê de qalib bi temamî hatine hilweşandin. Hevkariya navbera partiyên muxalefetê, tevî ku fikrên wan ji hev cuda ne jî, nîşana gotina me ya ku me li jorê kir. Belkî di dîroka Tirkiyê de cara yekeme ku partiyên ji fikrên cuda, li dora armancekî digihên hev.

Helbet Yekîtiya Awrûpayê mafdare ku hilbijartin, di çarçoveya hilbijartinên demokratîk de ye an na, di vê mijarê de endîşeyên wan hene. Li Brûkselê endîşeyên ku hene mirov dikare wan di nava 5 xalan de bicivîne:

1-Dewamkirina rewşa awarte û bandora wê li ser kampanyayên hilbijartinê;

2-Medya ya ku heye, ketiye bin kontrola karsazên ku nêzî dethilatê ne û ev medya tew naxwazin muxalefetê bibînin;

3-Guhertinên ku di qanûna hilbijartinan de hatine kirin û bandora wê li ser ewlekariya hilbijartinê;

4- Êrîşên ku tên kirin bo ser partiyên muxalefetê û astengiyên ku bo wan tên derxistin;

5- Ji namzedên serokkomariyê Selahattin Demirtaş di zîndanê de ye û nikare tevli kampanyayan bibe.

Em dibînin ku ev 5 xal, bi rapora ku ji aliyê Meclisa Parlementeran ya Konseya Awrûpa re li hev in. Ji xwe ev rapor bû çavkaniyeka bingehîn bo nêrîna Brukselê bê li hilbijartinên Tirkiyê çawa dinêrin.

Her çendîn van endîşeyan bînin ser ziman jî, em dibînin ku Yekîtiya Awrûpa bo hilbijartinan dengê xwe bilind nake. Sedem jî ew e ku di demên dawiyê de gotineka siyasetê derxistine ortê ku dibêjin:  “heya karibin bi Tirkiyê re nekevin nava gengeşeyan.”

Bi vêra jî îhtîmal heye, ger gotinek bêjin, ew gotin berevajî bandorê bike û dagere eleyhiya wan. Her çiqas ji zûde ye ku pêvajoya muzakereyan bi Tirkiyê re dane rawestandin jî, weka encama wê, Yekîtiya Awrûpayê fêmkiriye ku bandora wan ya mezin li ser Tirkiyê nemaye.

Parlementoya Awrûpayê çavdêrên siyasî bo hilbijartinan naşîne

Bi vê sedemê wê Parlementoya Awrûpayê bo hilbijartinan çavdêran neşînin. Weha be bêhtir bi mantiq e. Ji ber erka Parlementoya Awrûpayê ya weha tine ye. Berê jî bi çavdêrên Parlementoya Awrûpa re astengî çêbûn. Bi vê sedemê wê raporên çavdêriya Rêxistina Hevkarî û Asayîşa Awrûpayê ku ceribandinên wan gelek zêde ne, dê weka referans bên qebûlkirin.

Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Awrûpayê dê bi 372 çavdêran re hilbijartina 24 ê hezîranê bişopîne.

Awrûpa nikare pêvajoya hilbijartinê li Tirkiyê rast şirove bikê lê di mijara piştî hilbijartinan de, wê di derbarê Tirkiyê de siyaseteka çawa bimeşîne jî, ne zelal e. Ew Yekîtiya Awrûpa ya ku amade ye wê AKP û Erdoğan hilbijartinan qezenc bikin û bo dewama statukoya heyî amade ye. Ger muxalefet di hilbijartinan de serkeftî derê, Awrûpa bo vê yekê qet jî amade nîne.

Dr. Demir Murat Seyrek / Bruksel

Şîretkarê kevin yê Weqfa Demokrasiyê ya Awrûpayê

© Deutsche Welle