TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Wezîrê Derve yê Îranê: Em agirbestê qebûl nakin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 18 adar 2026 15:25
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Erakçî diyar kir ku welatê wî dê di şerê li dijî Amerîka û Îsraîlê de paşde gav neavêje û got, "Em agirbestê qebûl nakin. Lêbelê, eger pêşniyarek hebe ku dê şer mayînde bi dawî bike û zirarên Îranê qerebû bike, em dê guh bidin."

RûpelNews - Di axaftina xwe ya ji bo El Cezîreyê de, Erakçî got ku sîstema siyasî ya Îranê xurt e û windakirina kesayetiyên payebilind dê welat nehejîne.

Erakçî tekez kir ku saziyên li Îranê ne girêdayî kesan in û destnîşan kir ku sîstem dê heta di rewşa windakirina serokê herî payebilind de jî karê xwe bidomîne.

Erakçî, ku diyar kir welatê wî şer neda destpêkirin û tenê bersivê dide êrîşên Amerîka û Îsraîlê û wiha domand:

"Dema ku Amerîka êrîşî me dike, mûşek û dronên me nikarin bigihîjin axa Amerîkayê. Ji ber vê yekê em neçar in ku li herêmê li baregehên amerîkî bixin. Mixabin, ev tesîs li seranserê herêmê belav bûne û bi xemgînî, li ser axa welatên dostên me hene.

Ez bi rastî matmayî mam ku cîhanê behsa êrîşên li ser herêmên niştecîbûnê yên li Îranê nekiriye. Lêbelê, ez dikarim bi bawerî bibêjim ku me li welatên cîran hedefên sivîl nekirine armanc. Helbet, di hin rewşan de, dibe ku encamên neçaverêkirî çêbûbin, lê mebesta me ne ew bû."

"Ew her roj behsa tiştekî cuda dikin"

Wezîrê îranî, bi tekezî li ser wê yekê ku welatê wî dê di şer de paşde gav neavêje: "Amerîkî ji aliyê Îsraîlê ve hatin kaşkirin nav vî şerî û ez bawer nakim ku ew heta bizanibin armanca wan a dawî çi ye. Ew her roj behsa tiştekî cuda dikin. Ev hemû li ser bingeha hesabekî şaş bû û ew niha gihîştine wê encamê ku ji ber vê şaşiyê xwe xistine rewşeke dijwar."

Erakçî wiha domand:

"Ewên ku teslîmiyeteke me ya bêmerc dixwestin, niha neçar mane ku ji hevrikên xwe alîkariyê bixwazin da ku Kendava Hurmuzê vekin. Bi nêrîna min, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev şer da destpêkirin û divê ew şaşiya xwe qebûl bike û dawî li êrîşkariya xwe bîne.

Em li aştiya çekan nagerin ji ber ku em naxwazin ev senaryo piştî demekê dubare bibe; lêbelê, em dixwazin şer bi tevahî û bi awayekî mayînde bi dawî bibe."

"Em ji bo qerebûyê û bidawîanîna mayînde ya şer vekirî ne"

Erakçî, bêyî ku hûrgulî bide, destnîşan kir ku hin welat ji bo misogerkirina agirbestê hewl didin û spasiya wan kir.

Erakçî got, "Em agirbestê qebûl nakin. Lêbelê, eger pêşniyarek hebe ku dê şer bi dawî bike û zirarên Îranê qerebû bike, em dê guh bidin."

Wekî bersiv ji bo pirsekê derbarê raporên ku digotin serokê nû yê Îranê, Mucteba Xameneyî, birîndar bûye, Erakçî bersiv da, "Rêber tene bi sivikî birîndar bûye; tenduristiya wî pir baş e û rewşa wî di bin kontrolê de ye."

Erakçî, tekez kir ku Kendava Hurmuzê dê ji bo derbasbûna keştiyên girêdayî Amerîka û Îsraîlê neyê vekirin, û lê zêde kir ku piştî şer, protokoleke ku welatên her du aliyên Kendavê di nav xwe de digire, dikare were amadekirin.

Parve bike: