Bafil Talabanî û Wezîrê Derve yê Îranê Araqçî li Tehranê civiyan
RûpelNews - Di civînê de, ku tê de şandeyeke payebilind a YNKê jî amade bû, Talebanî tekezî li ser girîngiya diyalogê û rêbazên aştiyane di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de kir.
Talebanî tekezî li ser diyalog û serweriyê kir
Talebanî diyar kir ku, ji bo bidestxistina aramiyeke mayînde li herêmê, divê alozî kêm bibin û pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Wî diyar kir ku YNK dê hewldanên xwe ji bo avakirina aştiyê û kêmkirina aloziyên herêmî bidomîne.
Talebanî, ku destnîşan kir Herêma Kurdistanê rêzê li ewlehî û serweriya welatên cîran digire, bal kişand ser peywendiyên dîrokî û hevpar ên di navbera gelê kurd û gelê Îranê de.
Araqçî spasiya YNKê kir
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî, ji aliyê xwe ve, got ku ew qîmetê didin rola ku Talebanî û YNKê di hewildanên xwe de ji bo parastina aramiya Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê bi giştî lîstine.
Hat destnîşankirin ku di civînê de bal li ser girîngiya parastina aramiya herêmî, kêmkirina aloziyan û domandina kanalên ragihandinê di navbera aliyan de hat kişandin.