Serokwezîr, Cîgirê Wezîrê Derve yê Yûnanistanê qebûl kir
RûpelNews - Li gorî daxuyaniya Serokatiya Hikûmeta Herêmê, her du aliyan asoyên hevkariya hevbeş nirxandin û li ser giringiya xurtkirina peywendiyên dualî di gelek warên girîng de li hev kirin.
Di serî de warên wekî danûstandina bazirganî, geştyarî, çand, şûnwar û her wiha di warê tenduristiyê de, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du aliyan bike.
Ewlehî û aramiya herêmî
Her wiha di hevdîtinê de, dawîn geşedan û guherînên siyasî li ser asta Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin. Serokwezîr û berpirsê Yûnanî tekezî li ser pêwîstiya parastina ewlehî û aramiya navçeyê kirin, ku wekî bingehekî sereke ji bo pêkanîna geşepêdan û pêşketina aborî û civakî tê dîtin.
Ev hevdîtin di çarçoveya hewildanên berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê, ji bo xurtkirina pêwendiyên dîplomatîk û aborî li gel welatên Ewropî û berfirehkirina asoyên hevkariya navdewletî.