Rojhilata Navîn
Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê hişyarî da: Ava Feratê bilind dibe
Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê hişyarî ji bilindbûna asta ava Çemê Feratê li Dêre Zorê û Reqayê da.
RûpelNews - Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku ji sibe Şemiyê û ji ber zêdebûna ava ku ji aliyê Tirkiyeyê tê, asta ava Feratê bilind dibe û leza wê jî zêde dibe û bang li xelkê Dêre Zorê û Reqayê kir ku xwe dûrî avê bikin û melevaniyê jî nekin.
Her weha da zanîn ku Dezgeha Giştî ya Bendava Feratê dê rêjeya ava ji Bendava Kidêran tê berdan, ji 600 bo 800 metrên sêcarî di çirkeyê de zêde bike.
Wezareta Enerjiyê got ku ew hemû rêkaran ji bo silametiya xelkê distînin.
Di dawiya Gulana bûrî û destpêka Hezîranê de lehî di Çemê Feratê de çêbûn û hejmarek ziyanên canî li Dêra Zorê û Reqayê hatin tomarkirin, her weha gelek ziyan gihiştin westgehên avê û zeviyên çandiniyê û bi hezarên malbatan derbider bûn.