TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

'Herdu alî li hev hatin: YPJ tevlî Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyê dibe'

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 27 tebax 2026 17:45
Hate ragihandin ku di navbera Wezîrê Karên Navxweyî ya Sûriyê Enes Xetab û Fermandara YPJê Newroz Ehmed de lihevkirinek pêk hatiye. Tê plankirin ku nêzîkî 2 hezar endamên YPJê piştî nirxandinên takekesî tevlî yekîneyên dijî terorê bibin.

RûpelNews - Hatiye ragihandin ku derbarê yekbûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi Wezareta Karên Naxweyî ya Sûriyê re lihevkirinek pêk hatiye.

Li gorî raporeke El Arabiyeyê, ku xwe dispêre çavkaniyên hikûmeta Sûriyê û yên kurdî, Wezîrê Karên Navxwe Enes Xetab roja Çarşemê, 26ê Tebaxê, bi Fermandara YPJê Newroz Ehmed re civîneke dirêj li dar xist.

Hat ragihandin ku di civînê de li ser tevlîkirina endamên YPJê bo Wezareta Karên Navxwe lihevkirinek pêk hatiye. Hat ragihandin ku YPJê qebûl kiriye ku tevlî Wezareta Karên Navxwe bibe, piştî ku artêşa Sûriyê red kir ku avakirina yekîneyên jinan ên cuda di nav struktura xwe de qebûl bike.

YPJê merca da pêş

Çavkaniyeke kurdî diyar kir ku piştî hevpeyvînên takekesî û kontrolên ewlehiyê yên pêwîst, dê nêzîkî 2 hezar endamên YPJê bikevin nav yekîneyên di bin wezaretê de. Hat destnîşankirin ku YPJê wek merc danîbû ku divê yekîneyên jinan pisporiya xwe ya di warê dijî terorê de û avaniya xwe ya taybet biparêzin.

Rojnameya Israel Hayom, di raporeke ku ji El Meceleyê wergirtiye de, hejmara endamên YPJê yên ku dê tevlî Wezareta Karên Navxwe bibin wekî nêzîkî  hezar û 500 kesî diyar kir. Di raporê de hat gotin ku yekîneyên jinan dê di şerê li dijî terorê de bên bicihkirin û dê bi giranî li bakur û rojhilatê Sûriyê bên bi cih kirin.

Pêvajoya entegrasyonê

Rewşa YPJê yek ji xalên sereke yên nakokiyê di danûstandinên derbarê yekkirina HSDê bi artêşa Sûriyê û saziyên wê yên sivîl bi rêveberiya Şamê re bû.

Heta niha ne hikûmeta Sûriyê û ne jî YPJê derbarê peymanê de daxuyaniyeke nivîskî an fermî belav nekiriye.

Parve bike: