Tirkiye
Wezareta Karên Derve qazî Balyozê Ukraynayê yê li Enqereyê kir
Balyozê Ukraynayê yê li Enqereyê, piştî ku li Deryaya Reş keştiya Tirkiyê ya bi navê 'Lîder Bordo Mavî' û keştîya 'Lîder Kocatepe' ya ku ji bo kişandina wê hatibû şandin bûn armanc, ji bo Wezareta Derve hate gazîkirin.
RûpelNews - Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve hatine wergirtin, piştî ku di 26ê Tebaxê de keştiya "Lîder Bordo Mavî" li peravên Tuapseyê hatibû lêdan, keştiya "Lîder Kocatepe" ya ku di 27ê Tebaxê de ji bo alîkariyê şandibû herêmê, ew jî rastî êrîşê hat.
Di civînê de, berteka Tirkiyeyê ya li hember êrîşan ji aliyê Ukraynayê re hat ragihandin, di heman demê de hat tekezkirin ku parastina jiyan û milk, her wiha ewlehiya deryayî û jîngehê li Deryaya Reş, bingehîn e.