YPJ: Em tevlî Wezareta Navxwe ya Sûriyê nebûne
RûpelNews - Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) piştî derketina wan îddiayan daxuyaniyeke nivîskî dan ku tê de dihat gotin ew razî bûne wekî hêzeke serbixwe ya dijî-terorê di bin banê Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê de xizmetê bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ti pêşniyar an biryareke fermî ya bi vî rengî ji aliyê rêveberiya Şamê ve ji wan re nehatiye ragihandin.
Ev daxuyanî piştî wan gotinên Abdulkarim Omar, nûnerê Rêveberiya Xweser li Şamê, hat dayîn ku ji bo Rûdawê axivîbû.
Omar ragihandibû ku YPJ razî bûye wekî hêzeke dijî-terorê di bin banê Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê de xizmetê bike û gotibû ku ev yek beşek ji hewldanên ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê ye ku bi Şamê re hatiye kirin.
YPJê daxuyanî belav kir
Berdevka Navenda Ragihandinê ya YPJê Ruken Cemal diyar kir ku danûstandinên bi rêveberiya Şamê re di çarçoveya rêkeftina roja 29ê Çileya 2026an de berdewam dikin.
Cemal da zanîn ku wan di meha Nîsanê de bi Wezîrê Parastinê Murhaf Abu Kasra re hevdîtin pêk aniye û pêşnûmeyeke nivîskî pêşkêşî rêveberiya Şamê kirine ku tê de dîtin û pêşniyarên YPJyê cih digirin.
Lêbelê, Cemal tekez kir ku heta niha ti pêşniyar an biryareke fermî ji aliyê Şamê ve ji wan re nehatiye ragihandin; wê got ku herçend pêşniyarên derbarê xizmeta YPJyê wekî hêzeke serbixwe ya dijî-terorê di nava Wezareta Karên Hundir de di rojevê de bin jî, lê hêj li ser vê mijarê ti rêkeftin nehatiye kirin.
Li Şamê dê danûstandinên nû bên kirin
Di daxuyaniyeke YPJê de hat ragihandin ku di rojên pêş de dê li Şamê ligel rayedaran danûstandinên nû bên kirin û mijara têkildar di van civînan de were nirxandin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: "Em ê têkoşîn û hewldanên xwe bidomînin heta ku mîrateya YPJê bi awayekî yasayî were misogerkirin."