TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Wezareta Karên Navxwe: Êrîşên dronan hatin têkbirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 10 nîsan 2026 15:04
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku şeva borî di demên cuda de bi dronan êrîşî çend deverên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

RûpelNews - Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, "Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve piştgiriya aştî û aramiyê bûye. Di vê pêvajoyê de em nebûne beşek ji şer û aloziyê û em dê nebin jî. Tevî ku li herêmê agirbest hatiye ragihandin jî, şeva pêncşemê di demên cuda de bi dronan êrîşî gelek cihên Herêma Kurdistanê hatiye kirin."

Wezaretê li ser cihê êrîşan ti hûrgilî neda lê destnîşankir ku, "Hemû êrîşên şeva borî hatin bipaşvedan û dron hatin xistin."

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn, "Di demekê de ku Herêma Kurdistanê û welatî li benda asayîbûna rewşê ne, mixabin terorîst û komên niyetxerab derxistina aloziyan didomînin."

Wezaretê ragihand ku ev kom nikarin rê li ber aramî û bipêşketina Herêma Kurdistanê bigirin.

Wezaretê her wiha da zanîn, "Em careke din tekez dikin ku em li dû aştî û aramiyê ne. Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku van êrîşan rawestînin."

Her wiha hat xwestin ku ew alî dest ji armancgirtina ewlehiya Kurdistanê û berjewendiyên gelê kurd berdin.

Amara êrîşan

Ji detspêka şerê Îranê ve ku 28ê Sibatê dest pê kiribû, bi 707 dron û mûşekan êrîş li Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Di encama van êrîşan de ji bilî zererên madî, 17 kesan canê xwe ji dest da û 92 kes jî birîndar bûn.

Parve bike: