Werzîşvanên kurd di Şampiyoniya Cîhanî de bûn xwediyê 5 madalyayan
RûpelNews - Werzîşvanên kurd di Şampiyoniya Cîhanî ya Tekwando a Hanmadang a 2026an de ku li paytexta Koreya Başûr Seûlê hat lidarxistin, serkeftineke dîrokî bi dest xistin.
Di tûrnûvaya navneteweyî de ku ji 60 welatan 6 hezar werzîşvan beşdar bûn, werzîşvanên kurd ên ku Herêma Kurdistanê temsîl dikirin, di gelek beşan de ketin nav 3 kesên herî serkeftî û bi giştî pênc madalyayên zêr, zîv û bronz bi dest xistin.
Werzîşvanên Kurd pênc medalyayî bi dest xistin
Werzîşvanê ciwan Benjamîn Eman ku di beşên cuda de beşdar bû, di tûrnûvayê de hem madalyayeke zêrîn hem jî ya bronz bi dest xist.
Hêmin Mehdî Qadir madalyayeke zîv, Yelda Muhammed madalyayeke zîv û Amd jî medalyayeke zîv bi dest xist.
Werzîşvanên kurd ji bo wergirtina madalyayên xwe bi ala Kurdistanê derketin ser sehnê.
5 werzîşvanên kurd ên serkeftî ku madalyayên xwe ligel ala welatê ku wan temsîl dikir bilind kirin, serkeftina xwe pêşkêşî gelê kurd û Kurdistanê kirin.