Federasyonê kursên Kurdî yên bêpere dide destpêkirin
RûpelNews - Di vexwendina ku bi îmzeya Berpirsê Federasyonê Mem Dogala hatiye belavkirin de, hat diyarkirin ku piştî temamkirina kursê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ve bawernameyek fermî dê were dayîn; tomarkirin jî li ser malpera https://kurdistanidc.org/ziman tê kirin.
"Bila zimanê Kurdî bibe ala nasnameya me"
Di daxuyaniyê de wuha hat gotin:
"Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî di destpêka meha Cotmehê de dest bi kursên serhêl ên Zimanê Kurdî (Kurmancî/Bahdînî û Soranî) dike. Kurs bêpere ye. Piştî temamkirina kursê, ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ve bawernameyek fermî dê were dayîn. Werin, em navê xwe, navê zarokên xwe û yên derdora xwe tomar bikin. Werin em li diyasporayê mohra zimanê Kurdî li ser nasnameya Kurdan û zimanhezên Kurdî bixin. Werin, em zimanê Kurdî bikin ala xwe, bi wê serbilind bibin, wê bikin amûrekî ragihandin û danûstandinê û bikin taca serê xwe, da ku zimanê Kurdî li diyasporayê di nav zimanên navneteweyî de cihê xwe bigire."
Di vexwendinê de hat diyarkirin ku ji bo pirs û alîkariyê dikarin bi jimareya têlefonê +46 723 26 24 04 re têkevin têkiliyê.