Genimê Kurdistanê dikeve bazara cîhanî
RûpelNews - Serokê Lijneya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî, ji Kurdistan24 re got ku şîrketên ku çavdêriya pêvajoya hinardekirinê dikin, prosedurên îdarî yên pêwîst temam kirine.
Şukrî diyar kir ku barkêşî dê vê hefteyê dest pê bikin û genimê ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin dê bigihîje bazarên cîhanî.
200 hezar ton dê ji bo bazara navxweyî bên veqetandin
Hat destnîşankirin ku nêzîkî 200 hezar ton genimê ku di destê komên Xoşnaw û Qaywan de ye, dê li herêmê were hiştin da ku hewcedariyên bazara navxweyî bên dabînkirin.
Hat destnîşankirin ku şîrketên herêmî kirînên xwe yên genim ji cotkaran temam kirine, û ji hilberîneran re ji bo her tonekê 400 hezar dînar tê dayîn.
Rayedar dibêjin ku armanc ew e ku hilberîna zêde bi rêya hinardekirinê bikeve nav aboriyê, û di heman demê de bi ragirtina stokên di bazara navxweyî de ewlehiya xurekê jî were parastin.