Harry Kane cara duyem bû xwediyê xelata 'Pêlava Zêrîn'
RûpelNews - Harry Kane fitbolîstê stêrk ê Bayern Munichê û di sê sezonên li pey hev de golavêjê herî baş ê Bundesligayê ye xelata 'Pêlava Zêrîn' wergirt ku ev xelat ji bo golavêjê herî baş ê Ewropayê tê dayîn.
Futbolîstê serkeftî dê xelata 'Pêlava Zêrîn' ku ji aliyê European Sports Media komeleyeke saziyên medyaya werzîşê yên pêşeng ên Ewropayê tê pêşkêşkirin, di merasîmekê de ku dê di 19ê Tebaxê de were lidarxistin, werbigire.
Kane di sezona 2025/2026 a Bundesliga de 36 gol tomar kirin. Bi vê serkeftinê, lîstikvanê futbolê yê Îngilîzî, Erling Haaland ê Norwêcî yê ku ji bo Manchester City dilîze û stêrka Fransî ya Real Madridê Kylian Mbappé li pey xwe hişt.
Kane, ku di heman demê de kaptanê tîma neteweyî ya Îngilîstanê ye, piştî sezona 2023/2024an ji bo cara duyemîn xelata 'Pêlava Zêrîn' ku ji sala 1968an ve tê dayîn wergirt. Lêbelê, di sezona 2024/2025an de, xelat ji Mbappé re hat dayîn.
Harry Kane di sezona borî de di tevahî 65 maçên fermî de ji bo Bayern Munich û tîma neteweyî ya Îngilistanê 73 gol tomar kirin.