Sîpor
Amedsporê 18 fitbolîstan dexilî tîma xwe kir û bû duyem
Amedspor ku di Super Lîga li Tirkiyeyê de dilîze, di nav tîman de bû tîma duyemîn ku herî zêde fitbolîst transfer kir û beşdarî tîma xwe kir.
RûpelNews - Di Super Lîga li Tirkiyeyê de ku di 22ê Hezîranê de dest pê kir û 76 rojan dom kir, 18 tîm bi giştî 202 fitbolîstan re li hev kir. Ji van 202 futbolîstan, 79 kesan ji tîmên li nav Tirkiyeyê 123 kesan jî ji derveyî Tirkiyeyê bûn.
Amedspor di transferan de di rêza duyemîn de ye
Di nav tîmên Super Lîgê de, Çorumspor di dema transferan de ya herî çalak bû. Çorumsporê 21 lîstikvanan li tîma xwe zêde kirin.
Piştî Çorumsporê tîma ku herî zêde fitbolîst beşdarî qadroya xwe kir Amedspor bû. Tîma kesk û sor 18 fitbolîstan transfer kir.
Di vê navberê de, Galatasaray û Fenerbahçe di lîgê de herî kêm transfer kirin. Her du tîman jî bi5 lîstikvanên nû her yekê, kadroya xwe xurt kirin.