TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Fitbolîstê Amedsporê Diagne sozdariya xwe nîşanî tîma xwe da

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 06 nîsan 2026 16:18
Mbaye Diagne, golavêjê lîder ê Amedspor û Lîga Yekem, gihîşt armanca xwe ya 25 golan a ku di destpêka sezonê de wek hedefekê danîbû. Fitbolîstê stêrk diyar kir ev serkeftin hewldaneke tîmê ye û ji hevalên xwe yên tîmê re telefonên desta yên bi nirxê 2 milyon lîreyê tirkî diyarî kir.

RûpelNews - Fitbolîstê Amedsporê Mbaye Diagne, bi gola ku şeva borî li hember Bolusporê tomar kir, soza xwe ya '25 golan' a ku di destpêka sezonê de dabû pêk anî û hejmara giştî ya golên xwe gihand 26an.

Diagne şeva borî bi du golên ku li hember Bolusporê tomar kirin, mohra xwe li maçê xist. Piştî tomarkirina golan, wî bi nivîsa li ser cilê xwe nîşan da ku  soza xwe ya 25 golan pêk anî.

Lîstikvanê stêrk ê Amedsporê piştî maçê wek spasî  telefonên desta diyarî hevalên wxe yên tîma Amedsporê kir ku di hemû golan de piştgiriya wî kiribûn.

Mbaye Diagne diyar kir ku wî bi alîkariya hevalên xwe yên tîmê 25 gol tomar kirine û ji bo diyarına telefonan nêzîkî 2 milyon lireyê Tirkî  pere xerc kir.

Diagne di hesaba xwe ya medyaya civakî de jî spasiyek taybet hevalên xwe tîma Amedsporê kir û got: "Spas ji we hemûyan re; bêyî we, min ê 26 gol nediavêt. Niha divê em bala xwe bidin ser pênc maçên dawî da ku bibin şampiyon. Min xwest vê diyariyê wek bîranînê bidim we..."

 

 

 

 

 

Parve bike: