Tirkiye
Tirkiye: Me li ser sînoran hejmara leşkeran kêm nekir
Wezareta Parastina Tirkiyeyê diyar kir ku li ser sînoran hejmara baregehên leşkerî û leşkeran kêm nekirin.
RûpelNews - Wezareta Parastina Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê ya heftane hat lidarxist. Di dema civînê de, derbarê geşedanên piştî derxistina yasaya çarçoveyê wekî beşek ji pêvajoya aştiyê agahî hatin dayîn.
Wezaretê diyar kir ku ev pêvajo ji aliyê aştiya û aramiya herêmî ve xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got, "Hêzên me yên Çekdar ên Tirkiyê sînorên me bi têgihiştina 'Sînor meseleya rûmetê ye' bi fedakariyeke mezin bi şev û roj di her şert û mercên hewayî û erdnîgarî de diparêzin."