TR KU AR
FB X IG
Aborî

'Hejmara bîrên petrolê li Amedê ji yên Tirkiyeyê zêdetir e'

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 13 tîrmeh 2026 15:04
Kompaniyê enerjiyê yê Amerîkayî TransAtlantic Petroleum ragihand ku hejmara bîrên ku dê ji bo petrol û gaza xwezayî li Amedê bên kolandin, dibe ku ji hejmara giştî ya bîrên li Tirkiyeyê zêdetir be. Piştî ku bîr werin aktîfkirin, tê payîn ku hilberîna rojane ya petrolê bigihîje 250 hezar bermîlan û hilberîna gaza xwezayî jî bigihîje 25 milyon metrekup.

RûpelNews - Şîrketa enerjiyê ya Amerîkayî TransAtlantic Petroleum ragihand ku petrol û gaza xwezayî ya Amedê xwedî potansiyeleke mezin e ku di hilberîna enerjiyê ya Tirkiyeyê de bibe pêşengiyeke mezin a aboriyê.

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya şîrketê Malone Mitchell diyar kir ku kar û barên pêşxistina çavkaniyên petrol û gaza xwezayî yên li herêma Amedê ji hêla şîrketa Continental Resources a Amerîkayî ku karê hilberîna neftê dike û şîrketa Şîrîkatiya Anonîm a Neftên Tirkiyeyê ve tên kirin.

Mitchell diyar kir heke Herêma Amedê ku lê karê hilberîna neft û gaza sirûştî tê kirin wekî ku tê payîn pêş bikeve, dê di nav 5 salên pêş de nêzîkî 25 makîneyên sondajê li qadê dest bi xebatê bikin û got: "Ji ber ku her makîneyeke sondajê dê sondaja asoyî pêk bîne, ew ê ji aliyê berhemdariyê ve wekî çar an pênc bîrên stûnî be. Ev xalek girîng e, ji ber ku ew qadeke rûyê erdê ya pir kêmtir digire.

Mitchell da zanîn ku di nava nêzîkî 20 salan de hejmara bîran ku dê li Herêma Amedê bên kolandin dikare ji hejmara giştî ya bîrên ku niha li Tirkiyeyê di xebatê de ne zêdetir bibe.

Rojane 250 hezar bermîl petrol û 25 milyon metrekup gaza xwezayî

Mitchell potansiyela demdirêj a li Amedê nirxand û wiha got:

"Em bawer dikin ku, piştî heyameke 5 salan a mezinbûna gav bi gav, dê asteke hilberînê ya gihîştî were bidestxistin. Bi demê re, ez bawer dikim ku potansiyela giştî ya herêmê dikare rojane bigihîje heta 250 hezar bermîl petrolê. Di heman demê de, potansiyela hilberîna gaza xwezayî dikare rojane ji 25 milyon metrekupî zêdetir bibe. Asta hilberînê ya di navbera 25 û 50 milyonî de dê bibe hejmareke pir baş. Ev ê beşeke girîng a daxwaza navxweyî ya Tirkiyeyê pêk bîne."

Li Tirkiyeyê rojane 1 milyon bermîl petrol tên bikaranîn. Li gor pêşbîniyan nefta ku li herêma Amedê bê hilberandin ji sedî 25ê pêdiviya li Tirkiyeyê dabîn dike.

Parve bike: