Iraq û Tirkiyeyê ji bo salekî li ser petrolê li hevkirin
RûpelNews - Bayraktar di peyameke li ser hesabê xwe yê Xê de diyar kir ku wî li Wezaretê bi Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Muhammed Hudeyir û şanda pê re hevdîtineke berhemdar pêk aniye.
Bayraktar bi ragihandina îmzekirina peymana salekê ya di navbera BOTAŞ û pargîdaniyên petrolê yên dewleta Iraqê SOMO û NOC de ji bo hêsankirina xebata bi bandor a Borîna Petrola Xav a Iraq-Tirkiyeyê, da zanîn ku her wiha ji bo peymaneke nû ya demdirêj a têkildarî vê borînê jî xebat tên kirin; borîna ku nêzîkî nîv sedsalê ye wekî korîdoreke stratejîk a enerjiyê di navbera her du welatan de xizmetê dike.
Bayraktar diyar kir ku rêziknameya derbasbûnê (transit) ya ku kapasîteya rojane ya 750 hezar bermîlan li xwe digire, ketiye meriyetê û tekezî li ser wê yekê kir ku borîn petrola Iraqê bi awayekî ewle û bê navber, bi rêya Ceyhanê digihîne bazarên cîhanî.
Bayraktar bi destnîşankirina wê yekê ku pêşveçûnên li bazarên petrolê yên cîhanî girîngiya vê borînê derdixin pêş, got ku Borîna Petrola Xav a Iraq-Tirkiyeyê di warê ewlehiya dabînkirina enerjiyê ya herêmî û cîhanî de xwediyê cihekî ji her demê stratejîktir e.
Bayraktar di peyama xwe de bal kişand ser armancên demdirêj û got: "Armanca me ew e ku em hevkariyeke berfireh û demdirêj pêk bînin ku vê binesaziya xurt bi kapasîteya tam bikar bîne da ku çavkaniyên enerjiyê yên hem Iraqê û hem jî herêma berfirehtir bi rêya Ceyhanê bigihîne bazarên cîhanî û bi vî awayî deriyê serdemeke nû di hevkariya enerjiyê ya Tirkiye-Iraqê de veke."
Erdogan behsa hejmara "rojane 1 milyon bermîl" kiribû
Di vê navberê de, piştî wê peymana nû ya ku vê dawiyê di navbera Tirkiye û Iraqê de hat îmzekirin, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku eger Xeta Boriyê ya Petrola Xav a Iraq-Tirkiyeyê bi kapasîteya xwe ya tam bixebite, dikare rojane nêzîkî 1 milyon bermîl petrolê veguhezîne. Erdogan destnîşan kiribû ku ev xeta boriyê ne tenê ji bo petrola Iraqê, lê her wiha ji bo veguhastina çavkaniyên din ên enerjiyê yên herêmê bo bazarên cîhanî jî dê roleke stratejîk bilîze.