Pûtîn ferman da berfirehkirina artêşê: Hejmara leşkeran li Rûsyayê dê zêde bibe
RûpelNews - Piştî vê zêdekirinê, ku bi biryarnameyeke serokatiyê hate cîbicîkirin, tê payîn ku hejmara giştî ya personelên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bigihîje 2 mîlyon û 441 hezar û 630. Hejmara leşkerên di xizmeta çalak de dê li gorî rêziknameyên berê bi 15,500 were zêdekirin.
Şer gur dibe artêş berfirah dibe
Ev biryar di demekê de tê ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dike û her du alî zirarên giran dibînin. Putîn her wiha di meha Tebaxê de biryareke bi heman rengî dabû ji bo zêdekirina hejmara personelên artêşa Rûsyayê.
Zelenskî: Zêdetirî 8 hezar leşkerên Koreya Bakur li Rûsyayê ne
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî, di heman demê de, îdia kir ku zêdetirî 8 hezar leşkerên Koreya Bakur li ser axa Rûsyayê hene û amadekarî didomin ji bo bicihkirina 10 hezar leşkerên din.
Zelenskî diyar kir ku leşkerên nû yên ku dê bên şandin, dê pêşî perwerdehiyê bibînin û paşê dê li Rûsyayê bên bicihkirin.
Li gorî texmînên Ukrayna û Koreya Başûr, Koreya Bakur ji sala 2024an ve di navbera 14 hezar û 15 hezar leşker şandine ji bo piştgirîkirina hewldanên şer ên Rûsyayê. Tê ragihandin ku beşeke girîng a leşkerên Koreya Bakur li herêma Kurskê hatine bicihkirin ji bo pêşîlêgirtina operasyonên sînorî yên hêzên Ukraynayê.