TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî û Serokê Îmaratê êrîş şermezar kirin

Gülbahar Altaş
Edîtor
📅 10 adar 2026 20:30
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan, êrîşa li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Hewlêrê şermezar kirin û girîngiya xurtkirina têkiliyên dualî diyar kirin.

RûpelNews - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan îro li ser pêşketinên deverê, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, Iraq û Îmaratê, gotûbêj kirin.

Parastina nûnertiyên dîplomatîk berdewam dike

Herdu aliyan êrîşa ku duh êvar î li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Hewlêrê şermezar kirin û diyar kirin ku êrîşên bi vî rengî binpêkirina qanûnên navneteweyî ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku Kurdistan dê berdewam parastina nûnertiyên dîplomatîk bike. 

Şêx Mihemed bin Zayîd jî spasiya hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û bal kişand ser girîngiya kêmkirina aloziyan û parastina aramiya deverê.
Serokwezîr Barzanî êrîş şermezar kirin û got:
“Me tekez kir ku ev cure êrîş nayên qebûl kirin û nikarin me bi tirsînin.”

Parve bike: