Serokwezîr Barzanî li Îmaratê ye: Ligel seroke vî welatî dê bicive
RûpelNews - Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê belav kir û da zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo serdana fermî gihîşt Ebû Dabî ya paytexta Îmaratê.
Hat diyar kirin ku Barzanî di serdana xwe de ligel Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemmed bin Zayid Al Nehyan bicive.
Serdana dawiyê ya fermî ya Serokwezîr Barzanî bo Îmaratê di 2ê Sibata 2026ê de bû.
Ew serdan li ser vexwandina fermî ya Cîgirê Serokê Îmaratê û Hakimê Dubayîyê Şêx Mihemmed bin Raşid Al Mektûm bû, bi merema pişkdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubaiyê.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di astekî pir baş de ne û di heyama çend salên borî de berdewam berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê serdana wî welatî kirin.
Hewlêr û Ebû Dabî peywendiyeke aborî û dîplomatîk a bihêz heye û gelek kompanyayên mezin ên Îmaratî li Herêma Kurdistanê di warên mezin ên enerjî û veberhênanê de kar dikin.