Îran êrîşa terorîstî ya li ser ofîsa Serokwezîr Barzanî şermezar kir
RûpelNews - Arakçi di peyameke li ser hesabê xwe yê Xê de, armancgirtina ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî wekî "êrîşeke bêserûber û bêhiş" bi nav kir û teqez kir ku tiştek nikare wê rewa bike.
Arakçi bi gotina ku divê kurd derbarê nasnameya encamderên êrîşê de hişyar bin, hişyarî da ku dibe operasyonên "ala sexte" werin plankirin da ku nakokiyan di navbera welatên cîran de derxînin.
Herwiha Arakçi anî ziman ku Îranê berê kurd li hember Seddam Huseyn û rêxistina terorîstî ya DAIŞê parastine û spasiya xwe ji bo wê ewlehiya ku kurdan li ser sînorê Îranê dabîn kirine, anî ziman.
Daxuyaniya Arakçi wiha ye:
"Tiştek nikare wê êrîşa bêserûber a li ser ofîsa Serokwezîr Barzanî rewa bike. Divê dostên me yên Kurd li hember operasyonên ala sexte yên ku dibe ji bo çêkirina nakokiyan di navbera cîranan de werin plankirin, hişyar bin.
Me dostên xwe yên kurd li hember Seddam û DAIŞê parastin, û em ji bo wê ewlehiya ku wan li ser sînorê me dabîn kirine, spasdar in."