Amerîka êrîşa li ser ofîsa Mesrûr Barzanî şermezar kir
RûpelNews - Balyozê Amerîkayê li Enqereyê û Nûnerê Taybet ê ji bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack, derbarê êrîşa li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li Hewlêrê de daxuyaniyek da.
Barrack di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê Xê parve kir de, diyar kir ku ew kirina Mesrûr Barzanî û ofîsa wî wekî armanc "bi tundî şermezar dikin".
Barrack, ku Mesrûr Barzanî wekî "heval û hevparê kurd ê hêja" pênase kir, derbarê êrîşê de ev gotinên jêrîn anîn ziman:
"Em wê êrîşa ku li dijî heval û hevparê me yê kurd ê hêja, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û ofîsa wî ya li Hewlêrê hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin."
Barrack bi gotina ku êrîşên li dijî hevalbendên kurd gefê li aramiya herêmê dixwin, wiha got: "Ev cure kiryarên êrîşkarane yên li dijî hevalbendên me yên Kurd ên pêbawer nayên qebûlkirin û gefeke rasterast li ser aramiya herêmê ne."
Barrack tekez kir ku Amerîka dê li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne û got: "Em ê ne çavê xwe li van kiryarên dijminane bigirin û ne jî wan qebûl bikin."
Teqezkirina li ser serweriya Iraqê
Barrack di daxuyaniya xwe de her wiha tekezî li ser serweriya Iraqê kir. Barrack helwesta DYAyê ya derbarê vegerandina serweriya tam a Iraqê de dubare kir û diyar kir ku divê hemû komên çekdar û hêzên ewlehiyê yên li welêt di bin desthilata dewleta Iraqê de tevbigerin.
Di vê çarçoveyê de, Barrack piştgiriya xwe ya tam ji bo serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî anî ziman.