Mezlûm Ebdî êrîşa li ser ofîsa Mesrûr Barzanî şermezar kir
RûpelNews - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî derbarê êrîşa ku li navçeya Pîrmam a Hewlêrê li ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bû, bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Ebdî diyar kir ku ew piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê wê dikin û bi tundî êrîşa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir.
"Nayê qebûlkirin û bêexlaqî ye"
Di daxuyaniya xwe de, Ebdî êrîş wekî "neqebûlkirî" bi nav kir û got:
"Em piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê wê dikin û em bi tundî êrîşa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar dikin."
Ebdî êrîş wekî "kiryareke nepejirandî û bêexlaqî" bi nav kir û got ku ew "êrîşek li ser vîna gelê Herêma Kurdistanê û li ser yek ji saziyên bingehîn ên dewleta Iraqê ye".
Li gorî daxuyaniyeke dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, roja Duşemê, ofîsa Mesrûr Barzanî û mala Serokê Ajansa Parastinê bûn armanca du dronên bombebarkirî. Di êrîşan de ti ziyanên canî çênebûn.